Browse Sections
Wey Dıl by Rojda

Wey Dıl Lyrics

by Rojda

Sebra Mın · 2006 · Kurdish

Wey Dıl lyrics

Mîro Mîro Mîro Mîro, Mîro Mîro Mîro

Wey dil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil

Lo Rebbiyo Xwedê xera bike dilê bê dil, fenanî gayekî bê werîs î bê cil

Mîro (ey ro) Mîro

Fenanî kirasê qol î bê mil

Fenan dara bê şalûl û bê bilbil

Fenanî xasbaxçekî rût î bê gul

Bila dilê rezîl bi dil be, tûrê parsê li mil be, parsa meriv li vir nebe, nava diwanzde diwalê ecnebî Ûrisa li Alaman û Emerîkan ê gawir be

Parsa meriv birije tûrê meriv qul be, meriv li ber dîwarê evda be xwerê meriv kerî nanê garis û jê di gilgil be

Mîro Mîro

Berseriya meriv kevir be, malxirabo ser raxa meriv gonî be, binraxa meriv postê jûjî be, berseriya meriv kevir be

Mîro Mîro

Tek bila dêrisê gunda da dilê rezîl bi dil be ax dilo hey dil (Mîro Mîro)

Mîro sibe ye Dêrsim e xweş Dêrsim e, avê çeman û kaniya bi ser me da kalekal e

Zarezar e jê di gimegim e, bê terezê terezbavê bi awirê çava (wey dil)

(Wey dil, wey dil) Bi qinyatê dila û 'işaretê desta ez kuştime ez ê ji Dêrsim a jêrîn diçûme Dêrsim a jorîn (ey dilo Mîro)

Mi dî sê zerî li ser rêka min rûniştine yeke Kurmanc e, yeke 'Ecem e, yek e

Ezê bi surra sibê ra çûme li cem yanga di Tirk e, mi dî yeke bejn zirav e çav bi kil e bisk bi têl e çepil dirêj e por kej e navqendîl e

(Wey dil wey dil) Gerdenzer e, cote qonderê 'Intab ê çar tiliya bilind e, serhişkiya bayê sibê li ber min û te ra tê derbaz dibe difirrike min ê destê xwe avîte nava reşguliya

Mi li ser xwe da tewandî dikim ramûsanekî li dev û lêvê şekirî yanaxê Ehmedî li terzê bi hakimî

Şemlê di 'Erebî xal û xetê di gerdenê xebxebkê ber guhara lê keremkim, gelî heval û hogirno çika werin

Mi çi ji vê terez û terezbavê ra gotiye bi ser mi ra xiyal û xem e, kîn û rik e wey dil

Wey dil, wey dil, wey dil, wey dil, wey dil dilo hey dil

Wey dil, wey dil

Ax lê

Lê 'Erebê bi surra sibê ra bîna bayê kurr û bayê şerq û bayê xerb û çep û rast li me tê gimîn e

Ez ê diçûme li cem yanga di Ecem e, mi dî yeke bejn zirav e çepil dirêj e por kej e navqendîl e gerdenzer e

Fenanî doxtorekî dewletê ji wêda tê ye, çentekî dêst da ne, qutiya xiyal û xema keder û mereqa derd û kula tev li cem e (wey dil, wey dil)

Bê zalimê tu nizanî gelo vê sibengê Ferêtî rabûye bi ser mi da kalekal e jê di limelim e

Heft salê mi temam bû ezê hêsîr û evdalê li derê mala bavê te me, gelo vê sibengê mi destê xwe avîte nava reşguliya

Mi li ser xwe da tewandî dikim ramûsanekî li dêmê gulî, yanaxê Ehmedî li terzê bi hakimî şemlê di 'Erebî lê keremkim

Lê 'Erebê nizanim mi çi ji vê terez û terezbavê ra gotiye, bi ser mi da xiyal û vê sibengê bi derd û bi kul û bi xiyal û jê bi xem e wey dil

Ax wey dil dilo hey dil

De lê

Lê 'Erebê sibe ye bi surra sibê ra bîna bayê kurr û bayê şerq û bayê xerb û çep û rast tê gimîn e

Ezê çûme li cem yanga di Kurmanc e mi dî yeke bejn zirav e çav bi kil e bisk bi têl e çepil dirêj e por kej e navqendîl e gerdenzer e, gelo vê sibengê kofîkêl e

'Erebê

Qolê zêranî li sêrî, gopalekî zîvînî li dêst da bû li hêşiya konê 'Erebî sekinî kerî pezê qerqaş li ser komê xaniman û zeriya da dida bêrî, min ê mala xwe xera kirî ocaxê xwe kor kiriye

Kilîteke reş derê xwe xistî, derê xwe bi heft kilîta mohr kiriye, min ê jê nepirsî mi go 'Erebê gelo tu'ê 'ezeb î yan bimêr î?

Go kuro bebêxto bêbextiya meke

Tu nizanî mi digo qey tu mêr î tu camêr î, mi digo kotiyê mêra ne li mal e, tu'ê şeva îşev bişkênî cam û camekana, şûşe û pencera, zirza derî şeva xwe li nava taxima sing û berê min esmerê

Da bibihurî, mi nizanibû tu ne mêr î ne camêr î, tu ji miskînê heramê mêrê mi newêrî, tu nizanî ezê ne 'ezeb im, ne bimêr im

Kaviliyê gunda da, ez ê bi kaxit û bi nivişt û bi sêhr im

Tu dêhna xwe bidê vê sibengê dikim herim, lawikê mi bû girtiyê taşxan(ey)a Diyarbekir

Ezê vê sibengê dikim herime dîtina xelkê xwe yê têl î delal î şebab î fodil; gelo vê sibengê malxirabo ji tirsa heramê miskînê mêrê xwe newêrim

Ezê vê sibengê malxirabo berdilka 'Ereb ê reş ê lêv deqandî, xîmê binê beriya tewra jêr im

Hay dil, hay dil, hay dil

Ax hay dil, hay dil, hay dil

Xwedê xera bike dilê bê dil

Fenanî gakî bê werîs î bê cil

Fenanî kirasê qol î bê mil

Fenan dara bê şalûl û bê bilbil

Fenanî xasbaxçekî rût î bê gul

Bira dilê rezîl bi dil be, vê sibengê tûrê parsê li mil be, parsa meriv li vir nebe, nava diwanzde diwalê ecnebî Ûrisa li Alaman û Emerîkan ê gêwir be

Parsa meriv birije, tûrê meriv qul be, meriv li ber dîwarê evda be, ser raxa meriv gonî be, binraxa meriv postê jojî be, berseriya meriv kevir be, dêrisê gunda da

Tek bira dilê rezîl bi dil be ax dilo hey dil wey dil

About this song

Artist
Rojda
Album
Sebra Mın
Year
2006
Genre
Worldwide
Language
Kurdish
Length
7:19

Frequently asked questions

Who sings "Wey Dıl"?+

"Wey Dıl" is performed by Rojda.

Which album is "Wey Dıl" on?+

"Wey Dıl" appears on the album Sebra Mın.

What year is "Wey Dıl" listed under?+

"Wey Dıl" by Rojda is listed under the year 2006.

What language are the lyrics of "Wey Dıl" in?+

The lyrics of "Wey Dıl" are in Kurdish.

How long is "Wey Dıl"?+

"Wey Dıl" runs for about 7:19.

Can I listen to "Wey Dıl" online?+

Yes. Press the play button at the top of this page to stream "Wey Dıl" online.

More from Sebra Mın

Full tracklist →